VAN
Her wiha ev cara 4emîn e ku ayîn hat kirin. Ayîn, Cîgirê Serpîskoposê Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyê Aram Ateşyan bi rê ve bir.
Di ayînê de keşe Zakeos Ohanyan jî axivî û diyar kir, ev cejna ku li Axdamarê tê pîrozkirin ne cejneke siyasî, neteweyî, aborî û leşkerî ye berevajî cejna xwedîlêderketina rûmetên olî û pîrozên winda ne.
Piştî 95 salan bi destura taybet a Wezareta Çand û Tûrîzmê cara ewil di 2010an de Dêra Axdamarê hate vekirin. Li Girava Axdamarê ku li ser Gola Vanê ye, di Dera Ermeniyan de ayîn hat kirin.
Serdêr, sibehê ji zû ve ji navçeya Gevaşê derbasî Girava Axdamarê bûn û bi rêveberiya Cîgirê Serpîskoposê Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyê Aram Ateşyan dest bi ayînê kirin.
Ji bilî ermeniyên ku li Tirkiyê dijîn ji Hollanda, Avusturya, Kanada, Îsvîçre, Almanya, Fransa, Amerîka, Îran û Ermenistanê jî gelek malbat beşdarî ayîne bûn. Parlementerê BDPê yê Vanê Nazmî Gur, Şaredarê navçeya Gevaşê Nazmî Sezer, Balyozê Amerîkayê yê Adanayê John L. Espînoza û Musteşarê Balyozê Swîsrêyê Dîdîer Chassat jî beşdarî ayînê bûn.