MÛŞ
Serokê Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Doç. Dr. Abdullah Kiran "Ferhenga Zanistên Civakî" ya bi kurdî, temam kir. Kiran destnîşan kir ku amadekirina ferhengê nêzî salekê dom kir.
Kiran daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di kurdî de di warê amadekirina ferhengên kurdî de gelek xebat hatine kirin û got ku ev xebat jî ji pêwîstiyekê derket holê.
Kiran wiha got: "Di warê termînolojiya kurdî de pirsgirêkên mezin hene û ev jî pêwîstiyek bû."
Kiran destnîşan kir ku ev pêwîstî hê didome û wiha axivî: "Çawa di zimanên ku di perwerdeyê de nayên bikaranîn de kêmasiya termînolojiya nûjen derdikeve holê, heman rewş ji bo kurdî jî derbas dibe. Astengiya herî mezin a li ber kurdî ev e. Xebatên min ên der barê kurdî de 5 sal berê dest pê kirin û ev salek e jî li ser fergenga têgihan dixebitim. Bi şev û bi roj li ser ferhengê xebitîm."
- "Bi xwendekar û akademisyanan şêwirîm"
Kiran diyar kir ku Anadolu Agency û TRT bi kurdî weşanê dikin û çapemeniya kurdî jî her ku diçe pêş dikeve û destnîşan kir ku dê ev xebat ji bo tengasî û kêmasiyên di vî warî de feydeyekê bide.
Kiran diyar kir ku li Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê xebatên xwe yên akademîk didomîne û wiha axivî: "Ev 2 sal e li zanîngehê beşa Kurdolojiyê heye. Îsal jî xwendekarên lîsanê hatin zanîngehê. Bi xebatên wiha dê xebatên li zanîngehan ên li ser Kurdolojiyê û perwerdeya bi zimanî kurdî feydeyeke mezin bide. Ev ferheng di warê xwe de yekemîn e. Me dixwest ji zanîngehên din jî ekîb beşdarî vê xebatê bibin, lê ji ber şert û mercan dê ev xebat bi derengî biketa. Ji ber şert û mercan me ev xebata kir."
Kiran destnîşan kir ku li zanîngehê di lîsansa bilind de ji 100î zêdetir xwendekar hene û got ku di amadekirina vê xebatê de bi xwendekar û akademisyanan şêwirîm.
Kiran diyar kir ku di ferhengê de têgeh bi kurdî, îngilizî û tirkî cih digirin.