PARÎS
Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk, diyar kir ku gelek hunermend û rewşenbîran ji ber zilm û zorê welatê xwe terk kir, bi salan wek penaber li derveyî welêt jiyan û got: "Ew heyam êdî paş de man. Tirkiye êdî bixwebawer li pêşeroja xwe dinêre. Em welateke ku lê fikr, raman, nasname û baweriyên cuda bi azadî bên bilêv kirin ava dikin."
Çelîkê ku ji bo pêşkêş kirina namzetên EXPO 2020 Îzmîrê çû Parîsa paytextê Fransayê, goristana Père Lachaîsê ya mezelê hunermend Ahmet Kaya û Yilmaz Guney lê ye, ziyaret kir. Çelîk, li ser gorên hunermendan dia kir pişt re qerenfîl û axa ku ji welêt anî bû, danî ser goran.
Wezîr Çelîk, piştî serdana goristanê daxuyanî da çapemeniyê û serdanê wiha nirxand: "Me goristana Ahmed Kaya û Yilmaz Guneyê ku ji ber zordariyê terka welatê xwe kiribûn, ziyaret kir. Em bi vê serdanê him wezîfeya xwe bicih tînin him jî em car din peyamek didin, hunermend û mirovên ji ber zilm û zorê welatê xwe terk kirine, bi salan ji welatê xwe dûr jiyane."
Çelîk, got ku ew hêvî dike car din tu kes ji ber fikr û ramanên xwe, terka welatê xwe neke û wiha dewam kir: "Bila hemû kes bi azadî li welatê xwe bijîn. Ev mezel, wek nîşaneya zilm û zora ku berê li tirkiyeyê pêk hatiyenin."
Çelîk diyar kir ku gelek rewşenbîr û hunermendan terka welatê xwe kirine, bi salan wek penaber jiyane û wiha pê de çû: "Ew dewrên zilm û zorê paş de man. Tirkiye êdî bixwe bawer li pêşerojê dinêre. Em welateke ku lê fikr, raman, nasname û baweriyên cuda bi azadî bên bilêv kirin ava dikin. Hêvî dikim ku êdî tu kes welatê xwe wek dîasporayê hêst neke."
Çelîk, li ser pirsa nûçegihanekî ya derbarê axa ku danî ser mezelan de got: "Me ev axa ji welêt anî, dibe ku hunermenda bêrî kiribe. Lewra jiyana ji welêt dûr pir zor û dilsoj e. Me xwast ku em ji tirkiyeyê peyamek wiha ragihînin 'Welatê we bêriya we dike û li we xwedî derdikeve' û me qerenfîla sor jî wek nîşaneya rengê ala xwe danî ser mezel."
Çelîk, li ser pirsa 'Gelo ev serdan dê ji bo pêvajoya çareseriyê jî destkeftiyek be an na?' Çelîk, dûbare kir ku tu pêwendiya serdan û pêvajoyê tune. Pêvajoya çareseriyê bi awayekî rêkûpêk berdewam e. Çelîk got: "Gavên demokratîkbûnê yên li tirkiyeyê tên avêtin ji bo aliyekî, nasnameyekî an jî ji bo çareserkirina pirsgirêkekî bi taybetî nayên avêtin. Ev gav ji bo paye bilind kirina standartên demokratîkbûnê têne avêtin."