Ekîbên pispor ên ku perwerdeya çiyageriyê hildan dest bi nûkirin û qewtkirina Kelha Mêrdînê ya ku ji dema Artûkiyan maye kirin. Li Tirkiyeyê di xebatan de ev cara ewil e sîstema bariyerên kevir tê bikaranîn. Kelha Mêrdînê 220 sal berê bi fermana Siltan Selîmê 3yan ji aliyê Waliyê Bexdayê ve hatibû restorekirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dema ku Serokwezîr bû telîmat dabû ku bira Kelha Mêrdînê bê restorekirin û ji tûrîzmê re bê vekirin. Li kelhê xebatên restorekirinê dest pê kirin.
Kelha Mêrdînê di sedsala 10an de bi destê Hamdaniyan hat çêkirin. Ev kelh berhema herî girng a dema Artûkiyan e û bilindahiya wê hezar û 200 metre ye. Karê restorekirina Kelhê di kordinasyona Wezareta Çand û Tûrzmê de bi îhaleya ku bi destê walitiyê hat kirin de dan saziyeke taybet.
Rasta ku kelh jî tê de ye erdê xezîneyê ye lê belê tehsîsê leşkeriyê kirine. Ji bo ku kevirên kelhê di ser xanî û rêyan de nekevin û astengiyê dernexin bi bariyer û kindirên ji polê ve dora kelhê dipêçin.
- "Gelek medeniyatan ev kelha bi kar anîn"
Waliyê Mêrdînê Mustafa Taşkesen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di suryanîkî de "Mêrdîn" tê maneya kelhekî û dibe ku Mêrdînê navê xwe ji vê kelhê hildabe.
Taşkesen destnîşan kir ku dîroka vê kelhê xwe digihîne beriya mîlatê û wiha got: "Tê gotin ku Mêrdînê navê xwe ji vê kelhê hilda ye."
Taşkesen wiha pê dê çû: "Gelek medeniyatan ev kelha bi kar anîn. Romayê û bi hatina Selçûkiyan ve Artûkiyan, Akkoyuniyan ev kelha bi kar anîn. Siltan Selîmê 3yan ji vir 220 sal berê ferman daye Waliyê Bexdayê ku bira kelhê restore bike."