MÊRDÎN
Ji hezarî zêdetir jinên ji Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê yên ku ji dîn, çand û nijadên cuda ne, wê ji bo defîleya "Eşqa Dicle û Feratê: Mezopotamya"yê cilan bidirûn û derkevin podyûmê.
Xebat bi destê Komeleya Îstihdam û Veberhênanê ya Alternatîf va ku navenda wê li Diyarbekirê ye û li 14 bajarên Herêma Rojhilatê û Rojhilatê Başûrê Anadoluyê dixebitin, tê kirin. Jin wê di 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê da xebatên xwe nîşan bidin û bi cil û bergên herêmî derkevin podyûmê.
- "Di defîleyê da wê eşq were semolîzekirin"
Seroka Lijneya Rêvebiriya Komeleya Îstihdam û Veberhênanê ya Alternatîf Gulbahar Ormekê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku em dixwazin jin bi xebat û qabiliyeta xwe ve di civakê da hebin û bên zanîn.
Ormekê diyar kir ku beriya pêvajoya çareseriyê li herêmê êş û dijwarî hebûn û got ku wê niha jin keda jinan nîşan bidin, di çarçoveya xebatan da em alîkariya caw didin jinan.
Ormekê destnîşan kir ku xebatên jinan bidin nasandin wê 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê da defîleyekê çêkin û wiha got: "Di defîleyê da wê hezar û 68 jin cil û bergên herêmî û xemlên xwe nîşan bidin.
Ormekê diyar kir ku navê "Eşqa Dicle û Feratê: Mezopotamya"yê li defîleyê kirine û wiha axivî: "Di defîleyê da wê eşq were semolîzekirin."
- "Cil û bergên herêmî yên ku ji holê radibin"
Ormekê destnîşan kir ku di defîleyê da firotin tuneye û got ku wê malpereke înternetê çêkin û ji ser malperê danûsitandin were kirin.
Ormekê diyar kir ku bihayên cil û bergên herêmî li kedê wê di navbera 100 lîre û 3 hezar lîreyî da biguhere.
Ormekê destnîşan kir ku wê di defîleyê da muzîkên herêmê û govendên herêmê jî hebin û wiha got: "Li herêmê 11 atolyeyên cil û bergên herîmî hatin avakirin. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê cilên herêmî hatin amadekirin. Em bi nûnerên êzdî, suryanî, kurd, ereb, tirk û tirkmenan ra axivîn û me xwest di projeyê da cî bigirin. Ew jî wê cil û bergên xwe amade bikin û di xebatê da cî bigirin."
Ormekê diyar kir ku mesrefê defîleyê zêde ye û got ku wê her jinê mesrefên xwe bide û wiha dewam kir: "Komeleya Karsaz û Pîşesazên Tirk, Yekîtiya Borse û Odeyan a Tirkiyeyê û komeleyên ku di warê tekstîlê da dixebitin gotin ku wê bangî kesên ku bi modeyê ra eleqedar dibin, bikin."
- "Jinên ku cil û berg amade kirin wê derkevin podyûmê"
Ormekê diyar kir wê jinên ku cil û berg amade kirin wê derkevin podyûmê û wiha got: "Em defîleyê ji Mêrdînê didin destpêkirin, lê em ê di pêşerojê da li gelek deran xebatên wiha çêkin."