Li Batmanê kevneşopiya "dîwana mêvanan" a ku ji ber bûyerên terorê çendîn sal bû nedihat kirin, bi atmosfera aramiyê ya ku hat pêkanîn ji nû ve tê lidarxistin.
"Dîwana mêvanan" piştî 30 salan li gundê Uçyola girêdayî navçeya Heskîfê hat gerandin û mêvanên ewil ên dîwanê ji Stenbol, Enqere, Îzmir, Eskîşehir û Batmanê hatin.
Mêvan piştî ku cihên dîrokî û çandî yên li herêmê geriyan beşdarî dîwana mêvanan bûn û hem sohbet kirin hem jî xwarinên herêmî xwarin. Mêvanan pişt re guh dan stranên kurdî û tirkî.
Endamê Komaleya Tûrîzm û Çandê ya Batmanê Emîn Bulut daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku çalakiya ku hat lidarxistin berhema pêvajoya çareseriyê ye.
Bulut qal kir ku berê dîwana mêvana li ser Çemê Dîcleyê di nav kelekê de dihat lidarxistin û wiha axivî:
"Di dîwanê de xwarinên herêmî îkramê mêvanan dikin. Pişt re sohbet tê kirin, çîrok tên qisekirin û pişt re dîwan bi gotina stranan diqede. Bi pêvajoya çareseriyê biratiya me xurt bû û di heman demê de kevneşopiyeke me ya ber bi windabûnê ve jî ji nû ve hat vejandin. Em ji ber vê yekê kêfxweş in."
Cengîz Yargiçê ku ji Stenbolê hat destnîşan kir ji ber ku li Heskîfê cihê dîrokî geriya û bû mêvanê dîwanê kêfxweş e û got "Em ji bo ku gelê herêmê nas bikin, hatin. Bi van ziyaretan mirovên herêmên cuda firsendê dibînin ku hev baştir nas bikin."
- "Ez cara ewil hatim û gelek di bandora wê de mam"
Ayşe Altinoka ku ji Îzmirê hat jî got ji ber pêşdaraziyên xwe demeke dirêj nehat herêmê û bi atmosfera aramiyê hat herêmê.
Altinokê diyar kir ku berê nehatibû herêmê û ev yek jî ji bo wê kêmasiyeke mezin bû û wiha axivî:
"Ez nikarim vir bi peyvan îfade bikim. Ez xwe wek di mala xwe de hîs dikim. Li derûdora min kesên ku bi pêşdarazî qala vir dikirin, hebûn. Ez cara ewil hatim û gelek di bandora vir de mam."
Recep Akin jî bal kişand li ser girîngiya Heskîfê û got "Em bi mêvanên ji herêmên cuda re hatin vir. Înşallah bi pêvajoya çareseriyê ev çalakî berdewam bikin."
Haci Kayayê ku mazûbantiya dîwana mêvanan kir jî got ku piştî çendî salan li mala xwe dîwan gerand û got "Ez ji ber vê gelekî kêfxweş bûm. Em divê nehêlin ku ev kevneşopî bê jibîrkirin."