Önder Beyter
20 Adar 2019•Rojanekirin: 21 Adar 2019
Li Erdîşa navçeya Wanê hosteyê temîra wesayîtan Samî Demîr di wextê xwe yê vala da alavên xebitandî vediguhezîne û pê tabloyan çêdike.
Demîrê ku li sîteya pîşesaziyê kargeha wî ya perçeyê yedek û temîrê heye, ji bo nirxandina wextê xwe yê vala û ji bo ku balê bikişîne ser wê mijarê ku mirov dikare alavên xebitandî yên di xwezayê da bi awayekî kêrhatî bixebitîne, alavên xebitandî berhev dike û jê hunerê tîne meydanê.
Demîr bermayên dar, şûşe, kevir, fosîlên heywanan, qalikên mîdyeyan berhev dike û ji xwe ra pê tabloyan çêdike.
Demîr di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew zehf ji xweza însanan hez dike.
Demîr bal kişand ku divê mirov sûdê ji alavên xebitandî werbigire û wiha dewam kir, "Di hemû tabloyên vê derê da peyam, xaye û armancek heye. Heger tu bi çavekî hezkirinê li xwezayê binihêrî, tu yê bibînî ku hemû objeyên di xwezayê da hezkirin û bedewiya me zêde dikin."