Önder Beyter
02 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2019
Bi çalakiya ku bi hevkariya Şaredariya Qulpê û Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê hat lidarxistin va 100 xwendekar çûn Fuara Pirtûkan a Diyarbekirê ya 7emîn.
100 xwendekarên ku li Qulpê perwerdeyê dibînin, bi wesayîtên terxankirî şandin Fuara Pirtûkan a Diyarbekirê ya 7emîn.
Herwiha Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Fatih Kaya bi xwe xwendekar bi rê kirin. Dîsa di ziyareta fuarê da mamosteyan hevaltiya xwendekaran kirin.
Qaymeqam û Cîgirşaredarê Qulpê Mustafa Gozlet diyar kir ku wan 100 xwendekarên ku li navçeyê dixwînin, şandin fuara pirtûkan ku li wê derê bi hezaran pirtûk tên nimayişkirin, panel û hevpeyvîn tên lidarxistin û herwiha çalakiyên îmzeyê yên helbestvan û nivîskaran tên kirin.
Gozlet wiha axivî, "Em ji bo wê yekê hewil didin û dixebitin da ku xwendekarên me yên ku li navçeyê dixwînin, perwerdeyeke baş bistînin û lewma jî çi ji destê me tê em dixwazin bikin. Em ê di wê yekê da berdewam bin û ji bo perwerdeyê em ê hemû derfetên xwe seferber bikin. Ez ji bo hemû xwendekarên me di xwendin û perwerdeya wan da serkeftinê dixwazim."