SAKARYA
Li navçeya Tarakliya Sakaryayê li gundên Kemaller û Alballarê gundî zivistanê debara xwe bi çêkirina kevçiyên şîmşir ve dikin.
Gundî ji bav û kalên xwe fêrî çêkirina van kevçiyan bûne û di atolyeyên ku mezinahiya wan ji 4-5 mêtroyan pêk tê de dixebitin.
Taybetmendiya van keçviyan ew e ku ev kevçî "bakteriyan çênakin" û "tehma xurekê kêm nakin". Ji ber vê jî kesên zane van kevçiyan dikirin.
Ziyafettîn Donmezê ku li gundê Kemallerê 40 sal e kevçiyan çêdike ji nûçegihanê AAyê re got ku dema ew 15 salî bûye vî karî ji bav û kalê hîn bûye. Donmez go ku rojê 30 an jî 40 kevçiyan çêdike û wiha axivî: "Em ji kevçiyan rojê 20 lîre qezenc dikin. Bazirganên ku roja înê tên gund kevçiyan dikirin û dibin Enqere, Stenbol û bajarên mezin ên din. Ji bilî vê kargeh jî van kevçiyan bikartînin."