02 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
ANKARA
Kitêba propagandayê "Şerê Min" a Adolf Hîtlerê pêşengê Almanyaya Nazî dê digel notên rexneyî yên mutefekiran dîsa were çapkirin.
Li gorî nûçeya BBCyê, Enstîtuya Dîroka Hemdem a Munîxê (IfZ) daxuyand ku kitêba Şerê Min, piştî Şerê 2yemîn ê Cihanê, cara ewil dê digel 3 hezar û 500 notên rexneyî yên mutefekiran dîsa were çapkirin.
Şerê Min, 8 sal beriya ku Hîtler were ser rêveberiyê di 1925an da hatibû çapkirin.
Beriya ku Almanyaya Nazî di 1945an da were hilweşandin, mutefîqên wê mafê telîfê dabûn rêveberiya eyaleta Bavyeraya li rojhilatê başûrê Almanyayê. Rêveberiya herêmê ji bo ku nefret neyê gurkirin, destûra dubare çapkirina kitêbê nedabûn.