HAKKARÎ
Li navenda Colemêrgê, di nav berfê de dawet hat kirin. Di dawetê de dîmenên rengîn derketin holê.
Daweta Sefer Karaya ku li Dihoka Kurdistana Iraqa Federal dijî û Elvan Karataşa ji Colemêrgê di nav berfê de hat kirin. Dawet li Taxa Baglarê li ber derî hat kirin. Vexwendiyên dawetê di nav berfê de govend girtin. Piştî dawetê Elvan Karataş rêkirine Duhoka Herêma Kurdistana Iraqa Federal.