İbrahim Atmaca
15 Tebax 2017•Rojanekirin: 16 Tebax 2017
VAN
Li Gurpinara navçeya Wanê di Kela Xoşavê da xebatên vedanê dewam dikin.
Rektorê Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Peyamî Battal, Endamê Hîndekariyê Doç. Alk. Dr. Mehmet Top li cihê xebatê geriyan û agahî hildan.
Battal daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew li ser her tiştên ku dibînin bi hûrgilî disekinin.
Battal wiha axivî: "Kela Xoşavê kelayeke pir xweş e û divê ji bo tûrîzmê were vekirin. Divê di vê mijarê da danasînên xurt werin kirin."
Top jî diyar kir, di vedana îsal da tiştên bi alçiyê hatine xemilandin ku dibêjin aîdê Begên Mehmûdî yên Osmaniyan in derketin.
Top destnîşan kir ku Wan li ser 3 tebeqeyan ava bûye û wiha dewam kir:
"Di tebeqeya herî binî da şaristaniyên ku ji gelek xwedayan bawer dikin hene, di tebeqeya navîn da mesîhî, di tebeqeya herî ser da jî şaristanî û mîmariya îslamê ku bi Selçûqiyan ra hatiye, heye. Mîmariya kelayê li gor topografyayê hatiye çêkirin û 4 tebeqeyên wê hene. Me di sala 2016an da li kelê dest bi xebatê kir. Me îsal heta zemînê bircan kola. Li vê derê tiştên aîdê dewra Osmaniyan derketin. Di vê zemînê da eşyayên aîdê Ûrartûyan jî hene."