25 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2016
QAHÎRE
Li Qahîreya paytexta Misirê pêşangeha berhemên dîrokî yên ku ji destê qaçaxçiyan hatin derxistin, vebû.
Li Kevngeha Misirê ya li Qahîreyê bona berhemên dîrokî yên ku di 30 salên dawîn da li cem qaçaxçiyan hatin girtin, pêşangehek hat lidarxistin.
Wezîrê Berhemên Dîrokî yê Misirê Xalid Ananî di merasîma vekirina pêşangehê da axaftinek kir û destnîşan kir ku 350 berhemên ku tên numayîşkirin, yên serdema Misira antîk, Yûnan, Roma û Îslamê ne.
Hat gotin pêşangehê ku lê berhemên dîrokî yên mîna peyker, çek, pere û keval tên numayîşkirin, heya 15ê berfanbarê vekirî be.