Önder Beyter
25 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
MUŞ
Li Mûşê heyama dirûna genimê ku li ser 120 hezar hektar û herwiha cehê ku li ser 15ê hezar hektar axê hatiye ajotin, dest pê kir.
Midûrê Çandinî û Heywandariyê Ergun Çolakoglu ku li gundê Tabanliyê yê li ser navendê li deverên çinînê geriya û got ku Muş di warê çandiniyê da herêmeke girîng ê ajotinê ye.
Çolakoglu diyar kir ku ew pêşbînî dikin ku ji genim ji ser 150 tonî, ji ceh jî ji ser 15-20 tonî ber bê hildan. Çolakoglu got ku îsal berf dereng rabû, dîsa germ dereng çêbû û ji ber hindê hin pirsgirêk qewimîn.
Çolakoglu got ku ligel hemû rewşên nexweş, ew pêşbîniya bereke zêde dikin û wiha dewam kir:
"Wezareta me serê tonek genim 940 lîre biha diyar kiriye. Tevî vê û alîkariyên ku em didin, hilberînerên me yê berambereke baş werbigirin, qenaeta me wiha ye."
Cotyar Haluk Dizdaroglu ku li ser hezar û 800 donim axê genim ajot, wiha got, "Em serê donimê pêşbîniya 300-400 kîlo genim dikin. Li gorî salên berê hinekî kêm e. Ji ber zema ku hat gubre û mazotê, ez nafikirim saleke din genim bajom."