2015 ж. 26 желтоқсан•Rojanekirin: 2015 ж. 27 желтоқсан
VAN
Li Wanê ji ber sir sermayê rûyê Bendava Sarimehmetê bi tevahî qeşa girt.
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê sir û seqem di jiyana welatiyan da tengasiyan derdixe, şirşirneg, çem, gol û kaniyên avê yên li herêmê cemidîn.
Li hin gund û navçeyên Wanê germahiya hewayê dakete di bin sifirê da 14 pileyî û ji ber vê yekê jî li navçeya Muradiyeyê Bendava Sarimehmetê ya ku mezinahiya wê 10 hezar qeremetre ye û tê da milyonek û 150 hezar mêtrekûp av heye cemidî.
Havînê bi ava vê bendavê 120 hezar dolim erd tê avdan û di bendavê da masî tên xweyîkirin. Bi qeşagirtina rûyê golê va kelek, tekne û qefesên di golê da jî di qeşaya ku qalindahiya wê 15 santêm e da man.