Cihan Demirci
14 Sibat 2026•Rojanekirin: 14 Sibat 2026
Minareyên Mizgefta Selimiyeyê ya ku yek ji berhemên herî girîng ên mîmariya Tirk-Îslamê ye bi mahyayan hat xemilandin.
Ekîba mahyayan a Midûriya Weqfan a Wezareta Çand û Turîzmê ya di bin birêvebiriya Kahraman Yildizê ku wekî "hosteyê mahyayan a dawîn" tê binavkirin di navbera du minareyan da 40 mêtro tertîbat danî.
Ekîbê digel baranê û bayê tund mahyaya li serê "Merheba ya şehrî Remezan" hatiye nivîsandin û ji 250 ampulan pêk tê daliqandin.
Bi nimêja ewil a terawîhê ya meha remezanê dê mahya bên ronîkirin.