Çand û huner

Mekanên dîrokî bi mînyaturên şekirîn dan nasîn

Li Şanliurfayê mekanên dîrokî di çarçoveya hefteya turîzmê bi mînyaturên ku ji hevîrê şekir hatine çêkirin, tên nasandin.

Fatih Gazioğlu  | 19.04.2018 - Rojanekırın : 24.04.2018
Mekanên dîrokî bi mînyaturên şekirîn dan nasîn

Şanlıurfa

ŞANLIURFA

Li Şanliurfayê mekanên dîrokî di çarçoveya hefteya turîzmê bi mînyaturên ku ji hevîrê şekir hatine çêkirin, tên nasandin.

Di nav mekanên dîrokî de Gobeklîtepeya ku wekî "navenda perestgeha herî kevin ya dinyayê" tê zanîn û di "Lîsteya Berwext ya Mîrateyên Dinyayê" ya Teşkîlata Zanist, Perwerde û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) da cî digire jî heye.

Li Şanliurfayê bi pêşîkêşiya Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya Hefteya Turîzmê de li nêzî Gola Masiyan ya dîrokî hin çalakî hatin lidarxistin.

Komelaya Pastefiroş û Aşpêjên Şanliurfayê (ŞAPADER) ji hevîrê şekir minyaturên mekanên dîrokî çêkirin û li pêşangehê nîşanî welatiyan dan.

Bi destê 6 şefên endamên komeleyê di 6 rojan de minyatura 4 mekanên dîrokî, Gobeklîtepeya ku di lîsteya UNESCOyê de, Zanîngeha Heranê ya ku li ser dinyayê zanîngeha ewil tê qebûlkirin, Xaniyên Qubekovik ên Heranê û Kelheya Rihayê bi hevîrê şekir hatin çêkirin.

Berhemên kubi qasî mêtroyekê bilin hatin çêkirin bala welatiyan kişand.

Serokê ŞAPADERê Yilmaz Ede daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku wan xwest ku piştgiriyê bidin turîzma bajêr. Ede ji ber xebatê hevalên xwe spasiya wan kir û wiha got:

"Me xwest ku mekanên dîrokî nîşanî gelê xwe bidin. Bi qasî 6 rojan em li ser van berheman xebîtin. Em bi eleqeya welatiyên xwe gelekî kêfxweş bûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın