KONYA
Şaredariya Konyayê Mesnewiya berhema Hz. Mewlana heta niha wergerandiye 23 zimanan. Şaredarî niha jî dê wergera kurdî, portekîzî, lehkî, amharî, zimanê siwahiyan, ûygûrî û osmanî bike û vê jimarê derxîne 30yî.
Mesnewî heta niha wergerandibûn zimanên farisî, tirkî, ûrdûkî, fransî, tirkmenkî, îspanyolî, ingilizî, erebî, almanî, îtalyanî, arnawudî, sewdî, japonî, boşnakî, flemenkî, qazakî, ozbekî, tacikî, çînî, yewnanî, rûsî, malayî û azerikî.
Şaredariya Mezin a Konyayê xebata xwe di sala 2005an de da destpêkirin û Mesnewî wergerand 23 zimanan. Armanca şaredariyê ew e ku Mesnewiyê wergerîne 50 zimanî. Şaredariyê di vê çarçoveyê de dest bi xebatan kir û niha jî Mesnewiyê werdigerînin kurdî, portekîzî, amharî, siwahîlî, ûygûrî, lehkî û osmanî.
"Armanca me ew e ku em bigihêjin 50 zimanî"
Serokê Şaredariya Mezin ê Konyayê Tahir Akyurek daxuyaniyek da û got ku yek ji çavkaniyên ku eqlê hevpar a mirovahiyê, rih û wijdana wê xwedî dike jî Mewlana ye. Akyurek diyar kir ku Mesnewiyê bi sedan salan di çarçoveya aştî, hezkirin, xweşbînî û rêzgirtinê de rê nîşanî mirovahiyê da û wiha axivî: "Bi taybetî di van rojên ku erdnîgariya nêzî me de û li welatên mezlûm rondik ranawestin, di van rojan de gelek hewceyî bi gotinên bi hikmet ên Mewlana heye."
Akyurek diyar kir ji bo ku ev berhem li ser rûyê erdê bêtir bê xwendin xebatan dikin û got ku heta niha Mesnewiyê wergerandine 23 zimanan bi van 7 zimanên ku dê niha bê wergerandin jî dê jimara wergeran derkeve 30yê. Akyurek got ku ji bilî zimanên ku niha wergera wan tê kirin, dixwazin ku Mesnewiyê wergerînin 20 zimanên din jî û bi vê awayî hejmara wergeran derxînin 50yê.