Axa Anadoluyê ya ku di dîrokê de dergûşiya gelek şaristaniyan kiriye bi mîrasa xwe ya dîrokî û dewlemend, bi neqşên xwe yên çandî û bi bedewiya xwe ya siruştê ve ji çaraliyê dinyayê bala tûrîstan dikşîne.
Li gorî daneyên Wezareta Çand û Tûrîzmê Stenbola ku kevintirîn yek ji bajarên dinyayê ye û di dîrokê de paytextiya sê împaratoriyên mezin kiriye, bi dîrok, berhemên xwe yên çandî û tengava xwe ve serkêşiya navendên tûrîzma Tirkiyeyê dike.
"Paytexta Osmaniyan" Bûrsa û Kartepeya navçeya Kocaeliyê ya ku wisa tê qebûlkirin ku li "teswîra cinetê ya di Qur'ana Kerîm de" tê jî bêtir bala tûrîstên ereb dikşîne.
Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ya ku bi salan di bin siya şidet û pevçûnan de ma bi taybetî li dû pêvajoya çareseriyê bala tûrîstên ji welatên cîran dikşîne û dixwaze ku bibe "navenda tûrîzma çand û baweriyê".
Herêma Behra Reş a ku berhemên xwe yên dîrokî û çandî têkelî xwezaya xwe ya pirreng kiriye jî bi taybetî bala welatiyên welatên Tengavê, Ewropayê, DYAyê dikşîne.
"Cinneta Spî" ya Tirkiyeyê Pamûkkale bala Rûsan û Safranboluya ku di nava "Lîsteya Mîrasa Çanda Dinyayê ya UNESCOyê" de ye jî bêtir bala Taywandiyan dikşîne.