Muhammet Kurşun
17 Gulan 2017•Rojanekirin: 18 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Pira Ekolojîk a Peyayan li Parka Teqsîm Geziyê, dê Parka Teqsîm Geziyê di ser Kolana Ocaxa Eskeran re bi Parka Demokrasî Maçka-Harbiyeyê ve girêbide û heta sahilê dê guzergaheke bênavber were çêkirin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Stenbolê dê bi pira peyayan yekgirtina ekolojîk were pêkanîn ji aliyê mekan ve jî herdu parkên ku di esasê xwe de yek in bên girêdan.
Dê Meydana Teqsîmê jî bi guzergaha Parka Geziyê bi herêma Harbiyeyê ve bê girêdan. Dê li herêma Teqsîmê sîstema keskahiyê ya herdu parkan bi rûberekî ekolojîk dîmenekî tevahî bigire.
Dirêjahiya pirê dê 32 metro û firehiya wê jî 9,60 metre be.