AGRI
Qesra Îshaq Paşa ya ku li Bazîda navçeya Agiriyê zivistanê di bin berfê de, biharan jî di nav kulîlkên rengîn de balê dikşîne. Qesra Îshaq Paşa di van rojên havînê yên dawî de dîsa bala turîstên herêmî û biyanî dikşîne.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Bajêr a Çand û Tûrîzmê hatin bidesxistin, sala 2013an di navbera meha çileya paşîn û tîrmehê de 132 hezar û 656 kesî Qesra Îshaq Paşa ziyaret kir. Lê îsal di heman heyamê de 67 hezar û 287 kes bû mêvanê qesrê.
Rayedaran got ku sedema kêmbûna tûrîstan ya ji sedî 50, ji ber xebatên restorasyona Qesra Îshaq Paşa ye. Her wiha rayedaran diyar kir ku hilbijartinên heremî û serokomariyê yên ku 2014an jî bandor li vê yekê kir.