Abdullah Tel
09 Adar 2018•Rojanekirin: 12 Adar 2018
DIYARBAKIR
Sûra navçeya Diyarbekirê ya ku mensûbên PKKa rêxistina terorî bi çal, kolan û êrîş û tevlihevkirinê zirar dabûnê bi destê dewletê ji nû va tê geşkirin û avakirin.
Li gor agahiyên nûçegihana AAyê berhev kir li Sûra navçeya Diyarbekirê ku di 28ê Sermaweza sala 2015an da Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî lê hat kuştin û polês Ahmet Çiftaslan û Adem Erdur jî hatin şehîdkirin operasyona paqijkirinê dest pê kir. Operasyona li dijî rêxistina terorî dest pê kir piştî 103 rojan bi berterefkirina 300 terorîstî di 9ê Adara 2016an da bi serfirazî qediya.
Di çarçoveya operasyonê da 206 çal hatin girtin û 365 teqemeniyên bidestçêkirî hatin îmhakirin.
Navçeya ku di nav xwe da Baxçeyên Hewselê û Bircên Dîrokî yên ketine Lîsteya Mîrata Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê dihewîne di heman demê da ji bo 612 derên dîrokî yên wek dêr, mizgeft, pire, xanî, xan, kelh û bazarê pêk tên jî mazuvaniyê dike.
Mensûbên rêxistinê li navçeyê Mizgefta Fatîh Paşa (Mizgefta Kurşûnî) jî di nav da zirar dan gelek derên dîrokî. Avahiyên dibistanê ku perwerdehî lê dihatin dayîn jî di wê demê da ji hêla terorîstan va hatin şewitandin û bi qasî hezar xwendekar ji ber êrîşên terorê ji perwerdehiya xwe paşve man.
- Malbatan bi zorê malên xwe terikandin
Ji ber şer, pevçûn û êrîşên terorê bi qasî 4 hezar û 500 malbat ji mecbûrî dev ji malên xwe berdan û ji xaniyên xwe derketin. Esnafên li navçeyê jî di wê demê da tu xêr ji mal, dikan û bazirganiya xwe nedîtin û qismekî wan jî top avêtin. ji esnafên navçeyê qismekî wan malên di dikanên xwe da derxistin û li ser erebokan firotin û qismekî wan jî li deverên din ên Diyarbekirê dikan kirê kirin.
Serokwezîriyê piştî operasyonê ji walîtiyê ra di 31ê Kanûna sala 2015an da ji bo 603 esnafan milyon û 753 hezar û 500 lire alîkarî şand.
- Li navçeyê piştî operasyonê xebatên ji nû va avakirinê dest pê kir
Sûr a navçeya dîrokî ya ku piştî êrîşan bûbû devera xirbeyan bi saya hewla Wezareta Hawirdor û Bajarvanî û saziyên din va xebatên avakirinê li navçeyê ji nû va dest pê kirin.
Li navçeyê piştî operasyonê ji bo zirar û ziyana welatiyan û navçeyê bê çareserkirin bi qasî 2 milyar lire pere di nav du salan da li navçeyê hat xerckirin û gelek projeyên nû li navçeyê ketin rewacê.
Sûr a ku ji roja avabû ye heta îro ji 33 şaristaniyan ra mazûvanî kiriye bo careke din bibe navenda bajêr projeyên hatine amadekirin yek bi yek tên temamkirin.
- Derdora Mizgefta Hezretî Silêman hat çêkirin
Derdora Mizgefta Hezretî Silêman a ku ji 115 doniman pêk tê di vê pêvajoyê da ji bermayiyan hat paqijkirin û bi saya xebatên rekreasyonê va ji bo gel hat amadekirin. Li derdora mizgeftê gora 27 sehabeyan heye û welatî ji vê çêkirin û rekreasyonê gelek razî ne.
Welatiyên ku ji ber êrîş û operasyonan mexdûr bûbûn jî nehatin jibîrkirin û li texma Çolguzelî û Uçkuyuyê ji hêla TOKIyê va bo wan 5 hezar û 637 xanî hatin avakirin. Restorasyona 44 malên Diyarbekirê yên kevneşopî jî niha dewam dike.
- Berhemên dîrokî tên restorekirin
Navçeya Sûrê ji ber ku gelek berhemên dîrokî di nav xwe da dihewîne mîna muzeka servekiriye lê ji ber êrîşên mensûbên rêxistana terorê ku li navçeyê çel kolan, di kuçe û kolanan da teqemenî bicihkirin gelek berheman zirar dît û niha Midûriyeta Giştî ya Weqfan ji bo mayîna derên dîrokî xebatan didomîne.
- Projeya Geliyê Dîcleyê
Bi saya "Projeya Qada Rekreasyona Geliyê Dîcleyê" ya ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê amade kir wê li Diyarbekirê gorî sirûşt û dîroka bajêr qadek bê avakirin û tê de hêşînahî, parq, bexçe û cihên bêhn vedan û meşê jî wê hebin.
Li wê deverê ji bo avakirina avahiyan wê destûr neyê dayîn û Baxçeyên Hewselê yên 8 hezar salî wê di nav qada wê bê parastin da bimîne.
Ji bo projeyê xebatên ewil li derdora Pireya 10 Derî dest pê kir.
Esnaf, şênî û kesên tên navçeyê ziyaret dikin ji hewla bo avakirina Sûrê tê dayîn razî ne û dixwazin ku hemû xebat bila desmildest biqedin û navçe wek berê dîsa geş bibe.