Yekeya Rêvebiriya Qadê di binesaziya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê û di hîmayeya Wezareta Çand û Tûrîzmê de hatiye damezrandin. Yekeya Rêvebiriya Qadê û Walîtiya Diyarbekirê bi piştgiriya hemû saziyên herêmê û rêxistinên civakî yên sivîl bi navê "Kelha Diyarbekirê û Peyzaja Çandî ya Baxçeyên Hewselê" dosya amade kir û bi rêya Wezareta Çand û Tûrîzmê pêşkêşî UNESCOyê kir.
Dirêjaya sûrên Diyarbekirê nêzî 5 hezar 700 mêtro ye, bilindaya sûran 12 mêtro û beraya wan jî 4 mêtro ye. Nivîstek û bircan ve hatiye xemilandin. Birca ku wek nîşana Diyarbekirê ye di pozîsyona muzeya ser vekirî de ye. Ji bo ku ev sûr bibe mîrata dinyayê pêvajoya namzediyê fermî dest pê kir.
Serokê Qada Birc û Sûrên Diyarbekirê Soyukaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Kelha Diyarbekirê û Peyzaja Çandî ya Baxçeyên Hewselê namzedê UNESCOyê ye û dosya ji aliyê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ve hatiye temamkirin û wan ev dosya da Wezareta Çand û Tûrîzmê.