Önder Beyter
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
YALOVA
Necla Hayala 80 salî ya ku li Çîftlîkkoya navçeya Yalovayê dijî, li Navenda Perwerdeya Gel tabloyên boyaxa birûn çêdike. Ev tabloyên wê eleqeya gelek kesî cezb dike.
Hayala ku 2 zar û 3 neviyên wê hene, piştî mirina mêrê xwe tenê ma. Ji ber hindê wê jî wextê xwe yê vala bi xêzkirina resman derbas kir.
Hayalê herwiha berê xwe da kursa resmê ya Navenda Perwerdeya Gel a Çîftlîkkoyê û li vir dilê mamosteyên kursê û kursiyeran xweş kir.
Hayalê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da got ku meraqa wê ya resmê ji malbatê tê.
Hayalê got ku dayika wê resm û şûtikên pir xweşik çêdikir û herwiha wê jî îlhama xwe ji wê girt û wiha domand, "Ez ji zaroktiya xwe vir ma ji xêzkirina resman zehf hez dikim. Resmçêkirin enerjiyê dide min. Li vir civateke me ye malbatê ya pir xweş heye. Ez vê kêfxweşiyê nikarim ji we ra terîf bikim. Ez bona zar û neviyên xwe resman çêdikim. Pir kêfa wan tê. Min pîroz dikin."
Hayalê diyar kir ku ew di hefteyê da 2 rojan diçe kursa resmê, li malê jî xêzkêşiyê didomîne û herwiha herî zêde jî ji rengên pastel hez dike.