26 Gulan 2016•Rojanekirin: 27 Gulan 2016
HEWLÊR
Kizwana ku xelqê herêma anadoluyê jê ra dibêje menengîç him wisa dixwe him jî dike qehwe vedixwe, li herêma Kurda bi navê "kizwanê" navdar e. Gelê vir bi kizwana ku ji serê çiyan bi zor û zehmetê kom dikin morîkê tizbiyan çêdike.
Li Tirkiyeyê kizwan wekî cureyekî qehweyê tê zanîn, lê li Herêma Kurdistana Iraqê kizwan bi tizbîyên jê tê çêkirin navdar e. Mêr û xortên li herêmê tizbîyên ku ji morîkên kizwanê tê çêkirin ji destê xwe danaynin. Hin kes pê zikir dikin hin kes jî ji bo kêfê di destê xwe da digerînin. Morîkên ku ji kizwanê tên çêkirin, li ber roniya rojê dineqişin, ji bo vê yekê ev tizbî bi vî qasî navdar in.
-Çêkirina wan bi mehan dewam dike
Darên kizwanê tenê li çiyayên Hewlêr û Silêmaniya bajarê herêma Kurdistanê hene. Gundiyên ku debara xwe bi vî karî dikin, di meha tîrmehê da derdikevin serê çiyan, bi serê kêrên zirav qalikê hebikên kizwanê radikin. Piştî ku qalikê hişk ê serê kizwanê tê rakirin, di nav du mehan da li ber rojê reş dibe û şiklên wekî çav li ser çêdibin. Kizwan bi vî awayî heta meha kewçêrê bi guliyên daran va dimînin, li ber roniya rojê dineqişin. Gundî di vê mehê da hemû qalikên wê radikin û tînin ber destê hosteyên tizbiyan.
- Morîkên tizbiyê yek bi yek qul dikin
Gundî hebikên kizwanê yên ku ji serê çiyan tînin bi xamî didin hosteyên tizbîyan çêdikin. Hoste hebikan li gor mezinahî û neqşê wan disenifînin û qul dikin. Kizwana ku tînin bazarê ji heft cureyan pêk tê. Di nav vana da ya herî baş cureya "Lasûre" ye. Piştî vê cureyê cûreyên wekî "Lareşe", "Berzencî" û "Ebrek" tê. Ji bo her tizbîyekî 200, 230 û 250 morîk tên bikaranîn.
Di rojekê da encax morîkên tizbîyekê tên qulkirin. Ji bo vê jî divê hoste zehf bi baldarî bixebite.
Di nav tizbîyan da yê herî biha tizbîya ku jê ra dibêjin "Lasûre" ye. Ev cins li gor neqş û renga xwe heta 4 hezar dolarî tê firotin.
-Li Hewlêrê nêzî 60î firoşkarên tizbîyê hene
Firoşkarên li Sûka Tizbîya ya li nêzî keleha dîrokî ya li Hewlêrê, tizbîyên xwe bi awayekî xweş li ser dezgehên xwe radixin û ji bo firotinê hazir dikin. Sûk bi rêngên cuda va xemiliye. Hin esnaf ji bo bala welatiyan bikşînin tizbîyan dikin stûyê xwe hin jî li ser tezgahên xwe rêz dikin. Hejmara hosteyên li herêmê nêzî 60î ye.
Cabbar Necîmê ku li herêmê 14 sal e debara xwe bi vî karî dike got: "Ez ji vî karî hezdikim. Ez hebikên kizwanê yek bi yek bi tava va dikim û tizbîyên xwe hazir dikim. Kurê min jî wekî min jî vî karî hez dike û tim bi min ra dixebite."
Necîm got ku turîstên ku tên herêmê teqez tên li vê sûka digerin û wiha dewam kir: "Turîstên ku ji Tirkiye, Ewropa, Amerîkayê tên ji bo bi xwe ra diyariyek bibin ji van tizbîyan distînin. Hin turîst biçûk dikin û wekî bazin dikin destê xwe hin jî dikin gerdenî û diavêjin stûyê xwe."
Necîm got ku turîstên ji Tirkiyeyê tên tizbîyên zêde dirêj nastînin, tizbîhên ji 33 an jî ji 99 morîkan pêk tên distînin û wiha xeberda: "Em jî li gor daxwaza wan tizbîyan vedikin û ji nû va çêdikin."
-Ji bo kêfê û zikrê bikartînin
Ciwanên ku şevên havînê di çayxaneyan da dicivin, ji aliyekî va tizbîyên xwe dikişînin ji aliyê din va bi kêf çayê vedixwin. Ji bilî vê di şîna da jî ji bo sebrê hebikên van tizbîyan dikşînin. Welatiyên li bexçe û ber mizgeftan jî tizbîyên dirêj distînin û pê zikir dikin.