İbrahim Atmaca
09 Hezîran 2019•Rojanekirin: 12 Hezîran 2019
Di roja dawîn a betlaneya eydê da Gola Krater Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bitlîsê ye ku raqima wê 2 hezar û 250 mêtro ye û herwiha mezintirîn gola krater a Tirkiyeyê ye, xalî nema.
Li Tetwana navçeya Bidlîsê Gola Krater a Nemrûdê li dinyayê bi mezinahiya xwe va gola kraterê ya duyemîn, li Tirkiyeyê gola kraterê ya herî mezin e. Gol bi xweşikbûna xwe ya siruştî va ziyaretvanên xwe hejmetkar dihêle.
BÎTLÎS (AA) - Di roja dawîn a betlaneya eydê da Gola Krater Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bitlîsê ye ku raqima wê 2 hezar û 250 mêtro ye û herwiha mezintirîn gola krater a Tirkiyeyê ye, xalî nema.Li Tetwana navçeya Bidlîsê Gola Krater a Nemrûdê li dinyayê bi mezinahiya xwe va gola kraterê ya duyemîn, li Tirkiyeyê gola kraterê ya herî mezin e. Gol bi xweşikbûna xwe ya siruştî va ziyaretvanên xwe hejmetkar dihêle. ( Ahmet Okur - Anadolu Agency )
Çiyayê Nemrûdê di çarçoveya Projeya Destînasyonên Bijarte yên Ewropayî (EDEN) da "Xelata Tekûziyê" hilda.
Welatiyan di roja dawîn a betlaneya eydê da jî Nemrûd xalî nehîşt û li ser golên golên germ û sar geriyan, ketin şikeftên cemedê û dûkelkêş dît, li herêmê geşt seyran kirin, tê ra xwe wêne kişandin.
Mamoste Mehmet Ataşbaşê ku ji Gazîantebê hat, daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew û malbata xwe ji bo betleneya eydê hatin geşt û seyranê û ew li vê derê rastî menzereyeke nuwaze hatin.
Ataşbaş wiha axivî, "Beriya mirinê li van deran bigerin. Her derê welêt pîroz e. Ji bo vê jî bira meriv pêşdaraziyên xwe binpê bikin. Em hemû merivên rojava dewet dikin ku werin van xweşikiyan bibînin."