LOS ANGELES
Şirketa Warner Bros daxuyanî da ku ev cara ewil e ku Batman û Superman dê di filmekê de bên li cem hev. Ben Affleckê ku 41 salî ye dê di filmê de rola "Kara Şovalye"yê bilîze.
Lîstikvanê îngiliz Henry Caillê jî dê rola sereke Supermen bilîze. Ew û Ben Affleck dê bi hev re bilîzin.
Di filma ku derhênerê wê Zack Snyder e de lîstikvanên din Amy Adams, Laurence Fishburne û Diane Lane jî dê bilîzin.
Dê 2014an de dest bi kişandina fîlmê bikin û 17ê tîrmeha 2015yan dê bê weşandin.