Melik Fırat Yücel
09 Hezîran 2022•Rojanekirin: 12 Hezîran 2022
Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 7 fîlm ketin vîzyonê.
Di fîlma "Jurassic World: Serdestî" ya ku Chris Pratt, Bryce Dallas Howard, Laura Dern, Sam Neill û Jeff Goldblum di rola sereke da dileyîzin wê derkeve pêşiya temaşevanan.
Di fîlma Colin Trevorrow derhênerî kiriye da qala dînazorên ji cihê lê hatine girtin xilas bûne û li ser rûyê dinyayê dijîn, tê kirin.
"Yên Berî"
Fîlma "Yên Berî" ji alî Eskîl Vogtê ku di sala 2014an da bi navê fîlma "Korbûn"ê va xelata Laleya Zêrîn qezenc kiribû va hat kişandin. Fîlm bi şirîkatiya Qraltiya Yekbûyî, Danîmarka, Fransa, Swêd û Norwêcê va hatiye çêkirin.
- "Evîn Astengiyan Nas Nake"
Fîlm ji alî Nurettin Ozel va hat kişandin û di rola sereke da jî Omer Aslan, Kardelen Saray, Tevfik Cemal Înceoglu, Banu Bakîkuşagı Çabar û Emîn Ozbek dileyîzin.
Di fîlmê da qala evîna ciwanekî ji xwe ra kaxizan berhev dike û keçikeke astengdar dike.
- "Mala Xalî"
Dave Franco derhêneriya fîlma Mala Xalî kir û tê da qala jin û mêrekî ku ji bo dawiya hefteyê biçin tetîlê xaniyekî kirê dikin û bûyerên sosret tên serê wan dike.
Di rolên sereke yên fîlmê da Alison Brie, Dan Stevens, Sheila Vand, Jeremy Allen White û Toby Huss leyîstiye.
Fîlma "Şerê Cîn" a ku Bulent Aydoslu derhênerî kir û fîlma "Koşku Ammar" a Osman Moustafa derhênerî kir jî fîlmên tirsê yên vê hefteyê ne.
Vê hefteyê wek fîlma anîmasyon jî "Dikana Pêlîstokên Şa" heye û li benda hezkirên anîmasyonê ye.