06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
İSTANBUL
Vê hefteyê 2 ji wan xwemalî 8 fîlmên teze ew ê têkevin vizyona sînemeyên Tirkiyeyê.
Fîlma "Spider-Man: Homecoming" ya ku derhêneriya wê Jon Watts dike da Tom Holland, Robert Downey Jr, Marisa Tomei, Michael Keaton, Logan Marshall-Green û Kenneth Choi dilîzin.
Di vê fîlmê da qala çîroka Peter Parkerê ku di navbera xwendin û xilaskirina dinyayê da maye dikin. Peter Parker dixebite ku "Vulture" têk bibe.
- "Mamosteyê Kemanê"
Derhêneriya fîlma "Mamosteyê Kemanê (The Violin Teacher)" Sergio Machadoyê ji Îspanyayê dike û di fîlmê da Lazaro Ramos, Sandra Corveloni, Kaique de Jesus Elzio Vieira dilîzin.
Di vê fîlmê da qala komeke orkestrayê ya amator ya ku bi hezkirin û hêviyê bi ser dikeve dikin.
- "The Bye Bye Man"
Derhêneriya fîlma "The Bye Bye Man" Stacy Title dike û di fîlmê da Jenna Kanell, Carrie-Anne Moss, Doug Jones û Jonathan Penner dilîzin.
- "Mine"
Derhêneriya fîlma "Mîne"yê Fabio Resinaro û Fabio Guaglione dikin û di fîlmê da Armie Hammer, Annabelle Wallis, Tom Cullen, Geoff Bell û Juliet Aubrey dilîzin.
Di çêkeriya vê fîlmê da Amerîka, Îtalya û Îspanya bi hev ra şirîktayî kirin û di fîlmê da qala 2 leşkerên ku ji bo derdestkirina şikbarekî hatine wezîfedarkirin dikin.
- "Sê Nifş"
Derhêneriya fîlma "Sê Nifş (Three Generations)" Gaby Dellal dike û di fîlmê da Elle Fanning, Susan Sarandon û Naomi Watts dilîzin.
- "Spark: Serpêhatiyeke li Fezayê"
Derhêneriya fîlma "Spark: Serpêhatiyeke li Fezayê" Aaron Woodley dike.
Di vê fîlma anîmasyonê ya ku li Amerîkayê hatiye çêkirin da Ziya Kurkut, Humay Guldag, Atîlla Şendîl, Mazlum Kîper û Selçuk Kipçak deng didin qehremanan.
- "Doru"
Derhêneriya fîlma "Doru"yê Can Soysal dike û di vê fîlma anîmasyonê da qala hespên ku berî çolê dane dikin.
- "Gênco"
Derhêneriya fîlma "Gênco" Alî Kemal Çinar dike û di fîlmê da qala çîroka merivekê ku qala însanên li der û dora xwe dike, dikin.