Melik Fırat Yücel
08 Îlon 2022•Rojanekirin: 11 Îlon 2022
Li salonên sînemayê vê hefteyê jê sê heb xwemalî, 8 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Di fîlma "Daketina Bilez" da Song Kang Ho, Lee Byung Hun, Jeon Do Yeon û Nam Gîl Kîm serlîstikvan in.
Derhênerê fîlmê Han Jae-Rîm e, cureya wê aksîyon e.
Di fîlmê da balafirek rê dikeve ku here Hawaîiyê û rastî êrîşeke terorê tê. Balafir dema wê dakeve jêrê rêwiyek ji ber nexweşiyekê dimre, him di balafirê da û him jî li erdê tirs û aloziyek dest pê dike.
- "Cihê ku Kya Stranan Lê Dibêj"
Derhênera fîlmê Olîvîa Newman e, fîlm ji romana bi navê "Where the Crawdads Sing" ya di 2018an da hatiye weşandin ji bo sînemayê hatiye girtin.
Serlîstikvana fîlmê Daisy Edgar-Jones e. Harris Dickinson, David Strathairn, Garret Dillahunt û Taylor John Smith jî lîstikvanên din ên fîlmê ne.
Fîlm behsa qîzeke bê malbat ya li Karolînaya Bakur tena ser xwe mezin bûye dike. Di fîlmê da qîzik wek kujerê mêrikekî yê ku nas dike tê nîşandan û paşê bûyer dest pê dikin.
- "Arthur Rambo"
Derhênerê fîlmê Laurent Cantetê Frensî ye ku ew xwedî Xelata Palmiyeya Zêrîn e.
Promiyera dinyayê ya fîlmê di sala 2021î da li Mîhrîcana Fîlman a Torontoyê çêbû.
Lîstikvanên fîlmê Rabah Nait Oufella, Antoine Reinartz, Sofian Khammes, Anaël Snoek û Aleksandra Yermak in.
- "Ax Lo Brako"
Di fîlma pêkenokê ya ku Ufuk Ozkan, Anil Îlter, Serkan Kuru, Sevcan Yaşar û Ersîn Olgaç dileyîzin da qala du kesên qerekterên wan ji hev dûr in rastî hev hatine, dike.
- "Dibistana Kêvroşkan: Hêkên Hêwayî"
Ev fîlma anîmasyonê bi derhêneriya Ute von Munchow-Pohl va hat kişandin û di fîlmê da qala kevroşk Leo ya li bajêr mezin bûye û dixwaze heta bi hetayê ji Cejna Biharê xilas bibe û bi vê armancê jî bi roviyan ra lihev dike û mijar jî ev e.
- "Dijmina li malê: Destpêk"
Di fîlma ku bi derhêneriya William Brent Bell va hat kişandin da di rola sereke da jî Isabelle Fuhrman û Julia Stiles dileyîzin. Di fîlmê da qala keçikeke ji nexweşxaneya dînan reviyaye û di mala malbateke dewlemend da bi cî bûye û xwe mîna sebiya wan a winda bûye dide qebûl kirin, dike.
- Fîlmên tirsonek ên vê hefteyê
Fîlma Annîs Şeva Mirinê ya bi derhêneriya Adem Ugur va hat kişandin û wek lîstikvan jî Meral Kaplan, Selçuk Kiliç, Korkmaz Polat, Hulya Dîken û Mehmet Ugur dileyîzin. Fîlma Hafîr: Gora Tarî jî bi derhêneriya Kemal Danaci û Sedat Ergen va hat kişandin.