27 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
LOS ANGELES
Li bajarê Los Angelesê yê Emrîkayê li Şanoya Dolby ya li Hollywoodê Merasîma Xelatên Oscara 89emîn a ku ji aliyê Akademiya Huner û Zanistên Sînemayê va tê dayîn, hat lidarxistin û herwiha di merasimê da xelatgiran xelatên xwe wergirtin.
- Merasima xelatan
Mersima ku lê xelatên herî biprestîj ên sînemayê tên belavkirin, bi strana "Can't Stop The Feeling" a Justin Timberlake va dest pê kir.
Jimmy Kimmelê ku bêjeriya merasimê kir, di gelek henekên xwe da Serokê Emrîkayê Donald Trump rexne kir.
Kimmel wiha got, "Aniha merasim li bêtirî 225 welatên ku ji me nefret dikin, tê temaşekirin. Ez dixwazim spasiya Serok Trump bikim. Par Oscar nijadperest xuya dikir. Êdî ne wisa ye. Spas ji bo wî."
- Yekemîn lîstikvanê misilman ê ku xelata Oscarê wergirt
Xelata "Alîkarê Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" ku xelata yekemîn a merasimê ye, bi performansa wî ya di Moonlightê da bû ya Mahershala Ali.
Ali bû yekemîn misilman ku di beşê lîstikvaniyê da xelata Oscarê stand. Lîstikvanê navdar dema ku di 2000î da bibû misilman, ev nav li xwe kiribû.
- Oscar dan derhênerê îranî yê ku li kapê qedexeya Trump aliya
Derhênerê îranî Asghar Farhadî bi fîlma xwe "The Salesman"ê va xelata "Fîlma herî baş a ku zimanê wê biyanî ye" wergirt. Farhadî ji ber qedexeya seyahetê ya Trump beşdarî merasîmê nebû.
Beşek ji xelatên Oscara îsal wiha ye:
Filmê Herî Baş: “Moonlight” (Tave Hîv)
Derhênerê Herî Baş: Damien Chazelle (La La Land)
Lîstikvanê Herî Baş: Cassey Affleck (Manchester by the Sea)
Lîstikavana Herî Baş: Emma Stone (La La Land)
Alîkarê Lîstikvanê Herî Baş: Mahershala Ali (Moonlight)
Alîkara Lîstikvanê Herî Baş: Viola Davis (Fences)
Fîlma Herî Baş ku Zimanê Wê Biyanî ye: The Salesman (Asghar Farhadî-Îran)
Sêwirîna Deng a Herî Baş: “Arrival”
Mîksaja Deng a Herî Baş: “Hacksaw Ridge”
Muzîka Fîlmê ya Herî Baş: “La La Land”
Strana Orjînal a Herî Baş: "City Of Stars" (La La Land)
Makyaj û Sêwirîna Por a Herî Baş: “Suicide Squad”
Kostumê Herî Baş: "Fantastic Beast and Where to Find Them"
Kurtefilmê Herî Baş: "Sing"
Anîmasyona Herî Baş: “Zootopia”