Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê yê li herêmê da, piştî pevçûnên dijwar ên ku ji duh êvarê û vir ve dewam dikin, DÎŞIyê navçeya Sîncarê ya ku kurd jê re dibêjin "Şengal" kir kontrola xwe. Piştî ku DÎŞIyê berxwedana Pêşmergeyan şikand, êzdiyên Sînûna bajaroka Sîncarê û gundên deverê malên xwe terikandin û berê xwe dan Duhok û Zaxoyê. Malbatên êzdî yên ku bi otomobîl, kamyon, otobus û pîqaban ve herêmê diterikînin, li ser pira Sihelayê ji aliyê pêşmergeyan ve tên pêşewazîkirin û li vir ji bo wan alîkariya xwarin û vexwarinê tê kirin.
Roza Silêman a ku ji Sînûnê hat di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku li nehiyeyê tu kes nema û wiha dewam kir: "Ez gelekî ditirsim. Em mecbûr man ku malê xwe biterikînin. A niha em diçin Duhokê. Tirsa me ew e ku DÎŞI malên me talan û kavil bike."
Ehmed Îbrahîm jî destnîşan kir ku ew tevî malbata xwe revîn û wiha domand: "Sîncar yekser kete destê DÎŞIyê. Dibe ku gundên derûdor jî bikevin destê rêxistinê. Li deverê ewlehiya canê mirov nema. Em dixwazin ku Pêşmerge demildest li herêmê ewlekariyê temîn bike."
- Êzdî çima di hedefa DÎŞIyê de ne?
DÎŞIyê bi fetwaya ku derxistibû ve şert danîbû ku heke mesîhî bixwazin li Mûsilê bimînin, divê derbasî dînê Îslamê bibin. Ji ber helwesta DÎŞIyê ya tund a dijî kesên ku ne misilman û sunî ne, Êzdî jî ditirsin. Li gorî agahiyên çavkaniyên dîrokî û dînî, di êzdayetiyê de agir, av û tav pîroz in. Li gorî vê baweriyê, kesek ji şûnde nikare bibe êzdî. Di êzdayetiyê de yek ji kebaîrên sereke, guhertina dîn e. Kitêbên pîroz ên vê baweriyê Mishefa Reş û Kitêba Cilwe ne. Lêbelê tê gotin ku ev herdu kitêb wenda bûne. Ji ber nebûna kitêbeke nivîskî ya pîroz, rîtuelên vê baweriyê bi awayekî devkî tên parastin. Diayên dînî bi zaravayê kurmancî ve tên kirin.
Êzdî bêtir di nava sînorê bajarê Mûsil û Duhokê de dijîn. Tê texmînkirin ku hejmara êzdiyên Iraqê bi qasî 500 hezaran e.