30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
BERLÎN
Hêzên koalîsyonê ya di bin serkêşiya DYAyê de 19ê adarê êrîşa hewayî birin ser dibistana li gundê nêzî Reqayê. Di êrîşê de 33 sivîl hatin kuştin. Hat îdiakirin ku Hêzên Hewayî yê Almanyayê di vê êrîşê de cih girtin.
Li gorî nûçeya hevpar ê NDR, WDR û Suddeutsche, Balafira Tornado ya kifşê ya Almanyaya ku di koalîsyona dijî DEAŞê de cih digre, 19ê adarê wêneyên herêma Mansûraya kêleka çemê Feratê ku 30 kîlometre li rojavaya Reqayê ye, da hêzên koalîsyon. Piştî ku wêne hat dayîn êrîş hat kirin û di êrîşê de gelek sivîl hatin kuştin.
Di nûçeyê da hat gotin ku li gorî daneyên Çavdêrxaneya Mafên Mirova yê Sûriyeyê ku navend Îngîltere ye, cihê hat bombekirin dibistan e û di êrîşê de gelek sivîl mirine.
Wezareta Parastinê yê Almanyayê ragihand ku ji bo ewlehiyê daxuyanî neyê dayîn lê tornadoyê ji bo kifşê wêne kişandiye.