Nihat Kavşut
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2018
ANKARA (AA) - Li Çabahara bajarê Sîstan-Belûcistana eyaleta li başûrê rojhilatê Îranê bi bombeyê êrîşî qereqolê kirin û di êrîşa terorê da 2 kes hatin kuştin û 27 kes jî birîndar bûn.
Têlevîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku li Çabaharê li texma qereqola li ser Kolana Rîgiyê bi wesaîta bombebarkirî êrîş hat kirin.
Rehmdil Bameriyê Wekîlê Qaymeqamê Çabaharê daxuyanî da û diyar kir ku bi kamyoneta bombebarkirî êrîş hat kirin.
Bamerî destnîşan kir ku di saet 09.55ê saeta herêmî da êrîşa xwekujiyê hat kirin û wiha axivî: "Terorîstê di kamyoneta bombebarkirî da yê ku dixwest bikeve midûriyeta ewlekariyê ji ber ku rastî midaxeleya hêzên ewlekariyê hat li pêşiya avahiyê xwe teqand."
Bameriyê pêşiyê destnîşan kiribû ku di êrîşê da 4 kes hatine kuştin di daxuyaniya xwe ya ku da têlevîzyona dewletê da got ku 2 kes hatine kuştin û gelek kesên di nav wan da polês û sivîl hene birîndar bûn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Tenduristiyê ya Çabaharê da jî hat diyarkirin ku 27 kesên di êrîşê da birîndar bûne naqlê nexweşxaneyan kirin.
- Îdiaya rêxistina "Ensarul Furqanê" êrîş hilda ser xwe
Li gor xeberên di medyaya Îranê da hatin weşandin hat îdiakirin ku rêxistina "Ensarul Furqanê" berpirsyariya êrîşê hilda ser xwe, lê Mihemmed Pakpurê Fermandarê Hêzên Bejayê ya Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê serdana ciyê bûyerê kir û got ku heta niha tu kom û hêzekê êrîş hilnedaye ser xwe.
Rêxistina Ensarul Furqanê li eyaleta Sîstan û Belûcistanê car caran li dijî hêzên ewlekariya Îranê êrîşan dike.