Elif Orhan
09 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
BEXDA (AA) - Dan zanîn ku piştî ku operasyona ji bo ku bajarê Fellûceya girêdayî wilayeta Enbarê ji destê DAEŞa rêxistina terorê paş ve bisîtinin tê kirin dest pê kir vir ve ji Fellûce û herêmên hawirdor ji 3 hezarî zêdetir malbat mecbûr man ku koç bikin.
Rayedarê Wezarata Koç û Koçberan Mihemed Raşîd daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku xebatkarên wezaretê ji 23yê gulana ku operasyona ji bo rizgarkirina Fellûceyê dan destpêkirin vir ve pêşwaziya 3 hezar û 47 malbatên ku ji Fellûce û herêmên hawirdor hatin kir.
Raşîd diyar kir ku ji van malbatan dîsa 2 hezar û 707 malbat li Amîriyyeya li Enbarê, 306 malbat jî li Habbaniyeyê û 34 malbat jî li kampa penaberan a Xalidiyeyê hatin bicîkirin û da zanîn ku hikûmeta Iraqê û Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) arîkarî belavî penaberan dike.
Racî Berekata Endamê Komîteya Ewlehiya Meclisa Bajêr a Iraqê jî got ku Selîm el-Cûbûriyê Serokê Meclisa Iraqê bi penaberên li Amîriyyeyê re hat bal hev û guh da îxlalên ku milîsên şiî dikin.
Cûbûrî berê niha der heqê îxlalên ku Heşdî Şabiya hêza milîsên şiî yên der heqê sivîlên li Fellûceyê de berê niha daxuyaniyek dabû û nirxandina "Di vî warî de îxlal çêbûn. Komên ku ev yek kirin rasterast hatin tespîtkirin. Komîteyên lêkolîna heqîqetan a girêdayî Serokwezîriyê jî hatin avakirin. Çalakiyên bi vî awayî peyamên negatîf digihînin sivîlên li Fellûceyê. Kesên ku vê dikin şeht li serkeftina ku tê bidestxistin didin."
Artêşa Iraqê, hêmanên girêdayî teşkîlata polêsan, Heşdî Şabiya ku ji milîsên şiî pêk tê û hêzên eşîrên sunî ji bo ku Fellûceya ku ji sala 2014an vir ve di destê DAEŞa rêxistina terorê de ye paş ve bistînin di 23yê gulanê de operasyona hevpar dabûn destpêkirin.
Fellûceya ku sunî lê dijîn herêma ewilîn a li Iraqê ya ku DAEŞê di sala 2014an de bi dest xist tê zanîn û piştî Mûsilê herêma duyemîn a mezin a ku di destê rêxistinê de ye.