BERLÎN
Li Almanyayê 3 tirkên ku tê îdiakirin sîxurî kirine hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Dozgeriya Federal, ji ber karê wanê îstixbaratê ji bo Muhammed Taha G (58) û Ahmet Duran Y (58) û Goksel G (33) di 11yê çiriya paşîn de biryara girtinê hatiye derxistin.
Hat îdiakirin ku ev kesên gumanbar ji bo îstixbarata Tirkiyeyê xebitîne û Muhammed Taha G jî seroktiya Ahmet Duran Y û Goksel G dike.
Hat destnîşankirin ku lêpirsîna gumanbaran dê bi destê Daîreya Krimînal ya Eyalata Rheînland-Pfalzê ya di rêvebiriya Dozgeriya Federal de ye bê berdewamkirin.