SILÊMANÎ
Alîkarê Sêkreterê Giştî yê Duyemîn ê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih got ku heke pirsgirêkên li herêmê bi awayekî rast û dirust neyên nîqaş û çareserkirin wê rêxistinên din ên ji DÎŞIyê jî tundtir û talûketir derkevin.
Li Herêma Kurdistana Iraqê "3yemîn Forûma Silêmaniyê ya Navneteweyî" ya ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkayê tê lidarxistin, dest pê kir. Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu jî beşdarî forûmê bû. Di farûma ku bi mijara "Di heyama aloziyê de berhemdarî, asteng û firsend" tê lidarxistin de Berhem Salih axaftina vekirinê kir û destnîşan kir ku ew di rojên gelekî dîrokî de derbas dibin û wiha domand:
"Ji ber ku niha di navbera terorîstên DÎŞIyê û pêşmergeyan de şerekî gelekî tund heye. DÎŞI ne tenê ji bo Iraq û herêmê herwisa ji bo hemû dinyayê talûkeyeke mezin e. Ji vê aliyê ve Forûma Silêmaniyê dê ji bo nîqaşkirin û çareserkirina kêşeyan bibe bingeheke baş. Dîsa bi wesîleya vê forûmê ve arîşeyên di navbera Hewlêr de Bexdayê de dê bên rojevê û dê hewl were dayîn ku çare bê dîtin."
Salih diyar kir ku di têkoşîna li dijî rêxistina terorê DÎŞIyê de divê tenê rêbazên laşkerî neyên rojevê, bi vî awayî divê tevdîrên siyasî, aborî û îdeolojîk jî werin stendin.
Salih destnîşan kir ku DÎŞI gefê li hemû mirovahiyê dixwe û wiha xeberda:
"DÎŞI ne tenê kêşeya kurd, sunî û şîayan e, pirsgirêka hemû mirovahiyê ye. Berê dinyayê bi terorîstên el-Qaîdeyê re şer dikir, lê niha bi DÎŞIya ku xwediyê heman îdeolojiyê ye û bêtir radîkal e re şer dike. Heke pirsgirêkên li herêmê bi awayekî rast û dirust neyên nîqaş û çareserkirin wê rêxistinên din ên ji DÎŞIê jî tundtir û talûketir derkevin."
Axaftina Ceferî
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî jî di axaftina xwe de diyar kir ku ji ber egerên hundurîn û dervayîn welatê wî neçar dimîne ku bi gelek pirsgirêkan re eleqedar bibe û wiha pê de çû:
"Wekî egera dervayîn, meriv dikare pirsgirêkên li nav welatên cînar nîşan bide û lê li hundir jî DÎŞI û şikestina bihayê neftê dibe sedema qeyranên ewlehî û aboriyê. Ceferî bi bîr xist ku piştî êrîşa 11ê îlonê ya li dijî qûleyên cêwî yên DYAyê, teror ewil li welatên Ewropayê derket holê û dû re pekiya Rojhilata Navîn û Asyayê. Teror herî dawî hat Iraqê. Me êrîşên terorîst li Fransa û Awistiralyayê jî dîtin. Ji ber vê em wisa difikirin ku teror ne tenê pirsgirêka çend welatan e."
Serokê Pardlementoya Iraqê Selîm Cûbûrî, Wezîrê Neftê Adil Evdilmehdî, Wezîrê Aboriyê Hoşyar Zêbarî, Serokê Parlementoya HKIyê Yûsif Mihemed Sadiq, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyeyê Salih Muslim, Misteşarê Wezareta Karên Derve yê Ûrdunê Ayman Safadî û gelek nûçegihan beşdarî forûmê bûn.
Forûm bi axaftina berpirsên dewletên din ên ku beşdarî forûmê bûne ve berdewam dike.