CENEVRE
Zeyd Raad el-Huseyînê Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku li Asyaya Başûrê Rojhilat hê jî 6 hezar misilmanên arakanî (rohîngyayî) û bangladeşiyên penaber di nav behrê de hiştine û wiha axivî: "Tayland, Endonezya û Malezya tekneyên ku tê de penaber hebûn di nav behrê de hişt û mirov bi neçarî dimirin, ez li hember vê yekê dikevim dehşetê."
Huseyînê Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan ê NYyê daxuyaniyeke nivîskî da û bangî welatên herêmê kir ku di mijara pirsgirêka penaberan û qaçaxçîtiya mirovan a ku li Asyaya Başûrê Rojhilat dibe sedema mirina gelek penaberan de biryaran bigirin. Huseyîn diyar kir ku polîtikaya Tayland, Endonezya û Malezyayê tekneyên ku tê de penaber hene di behrê de dihêle.
Huseyîn got ku li Asyaya Başûrê Rojhilat li behrê 6 hezar arakanî û penaberên bangladeşî yên ku bi tekneyan ji Bangladeş û Myanmarê derketin û ji bo dahatûyeke çêtir ber bi welatên herêmê ve derketin rê hene. Huseyîn bi taybetî bangî hikûmeta Myanmarê kir.
Huseyîn binpêkirinên mafên mirovan ên li Myanmarê yên der barê misilmanên arakanî de destnîşan kir û got: "Heta hikûmeta Myanmarê li ser pirsgirêka mafê welatîbûna wekhev û cudakariya saziyî ya ser misilmanên Rohîngyayê nesekine dê ev koça bixetere berdewam bike."
Li gor Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYyê li Kendava Bengalê ji îlona 2014an heta adara 2015an piraniya wan misilmanên Rohîngyayê 920 koçber mirin.
Misilmanên arakanî bi qanûna ku di sala 1982yan de li Myanmarê hat qebûlkirin "bêdewlet" tên qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî misilmanên rohîngyayî wekî "kêmneteweya dînî ya ku tehde lê tê kirin" bi nav dike. Misilmanên rohîngyayî li eyaleta Arakanê ya li rojavaya welêt di kampên nîvxirabe de dijîn. Li kampên penaberan ên li Bangladeşê jî 29 hezar misilmanên arakanî hene.
Li Myanmarê di hezîrana 2012an de bûyerên şidetê yên ku ser misilmanan de hatin kirin bi deh hezaran misilmanên ku vî welatî dijîn bi xeyalê kar dîtinê reviyan welatên din û gelek ji wan ketin nav destê bazirganên mirovan. Di sala 2014an de gelek misilmanên ku bazirganên mirovan ew bi zorê li herêma daristanî ya li başûrê Taylandê digirtin, hatin dîtin.