ŞANLIURFA
Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk daxuyand penaberên ku bi qasî 8 meh beriya niha ji ber şerê DAEŞ û hin komên kurdan xwe spartin Tirkiyeyê jê 75 hezar kes vegeriyan Kobanêyê.
Kuçuk di seredana xwe ya Navenda Hevkarî û Alîkariya Kobanê de diyar kir piştî ku rêxistina terorê DAEŞ ji herêmê vekişiya û şûnde vegerên li bal Kobaniyê zêde bûn.
Kuçuk bi bîr xist ku ji ber şer biqasî 200 hezar sûriyeyî xwe spartin Tirkiyeyê û wiha domand:
"Bajarekî rûxandî heye û li gundan jî tu tişt tuneye. A niha ew der ji bo jiyanê ne guncaw e. Piştî ku rêxistina terorê ji herêmê vekişiya û şûnde 75 hezar kes vegeriya Kobanê. Lêbelê piraniya van ji bo ku dîsa werin Tirkiyeyê muraceat kirin. Ango bidawîbûna şer nayê wateya xelasbûna pirsgirêkan."
Kuçuk balkişand ku wan ji bo penaberan kampeke têkûz amade kir, lê li gel vê pir kes belayî deverên cuda bûne û wiha domand: "Li konbajar 25 hezarî kesên ji Kobanê hene. Jixwe armanca vê navendê alîkariya kobanêyiyên mexdûr in. Di serî de jî zarokên êtîm û jinên bî ne."
Berpirsê navendê Abdulkadîr Îkbal jî destnîşan kir ku dewlet û xelkê tirk destegîriya penaberan dike.