HEWLÊR
Di çarçoveya 8emîn Mihrîcana Nawneteweyî ya Hewlêrê de li Parka Şanedarê hunermenda bi navê Ebrû Yaşar û hunermend Hatem el-Iraqî konser dan.
Hewlêr bû paytexta çandê ya ereban a 2014an, Walîtiyê di vê çarçoveyê de şahî li dar xist û şahî li Parka Şanedarê dewam dike.
Hunermenda bi navê Ebrû Yaşarê û hunermend Hatem el-Iraqî li qada lê bi hezaran kes kombûbûn, konser dan. Yaşarê bi Kurdî silav da guhdarvanan û dest bi strana kir. Hewlêriyan jî govend girt. Di vê navberê de hat dîtin ku hin ciwan ji bo çîçekan bidine Yaşarê xwe avêtine lîça avê.
Piştî Yaşarê hunermend Hatem el-Iraqî derket li ser dikê û stranên xwe bi erebî got. Piştî konseran defîleya cilên kurdî hat kirin.