BAKU
Anadolu Agency (AA) û Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Azerbaycanê (AzerTac) di mijara aktîfkirina malpera Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Zimanê Tirkî û li AAyê perwerdekirina xebatkarên AzerTacê de li hev kir.
Arîkarê Midûrê Giştî yê AAyê Metîn Mutanoglu ji bo ku beşdarî Foruma Diyaloga Nav Çandan 3yemîn bibe hat Bakuyê, Navenda Giştî ya AzarTacê ziyaret kir û bi Midûrê Giştî Aslan Aslanov re hevdîtin kir.
Mutanoglu gotina Heyder Eliyevê Serokomarê Merhûm ya wekî "du dewlet û miletek" bi bîr xist û diyar kir ku cihê AzerTaca saziya bira ya li herêmê li ba AAyê cuda ye.
Mutanoglu da zanîn ku dê havkarî û têkiliyên bi AzerTacê re pêş bixin û wiha axivî: "AzerTac li vê herêmê di qada xwe de di asteke gelekî baş de ye. Em dixwazin ku ji tecrubeyên we îstifade bikin."
Mutanoglu qala xebatên dawîn ên ku li AAyê hatin kirin û têkiliyên ku bi ajansên cîhanê re danîn kir û Aslanov vexwend Tirkiyeyê.
Aslanov got ku gelek dewletên ku zimanên wan tirkî ne hene lê di nav van de yên herî nêzî hev, ên bira Ezerbaycan û Tirkiye ne. Aslanov diyar kir ku AA ajanseke wisa ye ku di mijara nûçegihaniyê de xwediyê tecrubeyeke mezin e û ji dinyayê re vekiriye, AzerTac jî di heyama sowyetê de bi derfetên kêm dixebitiya û got "Kevneşopî û tecrubeya AAyê ya nûçegihaniyê ji bo me wek dibistanekê ye."
Aslanov got ku ew jî di warê nûçegihaniyê de di gelek mijaran de pêş ketine û wiha axivî:
"Ez ji gotina vê yekê şerm nakim heta serbilind dibim. Hewcedariya me heye ku em bi AAyê re hevkariyê bikin. AA gelek tiştên nû yên li cihanî ji me çêtir dizane. Hewcedariya me her dem heye ku em ji we tiştan hîn bibin."
Di dema hevdîtinê de di mijara aktîfkirina malpera Yekîtiya Ajansên Nûçeyan a Zimanê Tirkî û li AAyê perwerdekirina xebatkarên AzerTacê de li hev kirin.