Elif Orhan
28 Sibat 2018•Rojanekirin: 01 Adar 2018
ÎSTANBUL
Nivîskar Ahmet Altan ji ber gotinên ku di nivîsa xwe ya ku di malperekî de hat weşandin de bi kar anî ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "heqaretkirina li Serokomar" 5 sal û 11 meh cezaya hepsê xwar.
Ahmet Altanê ku ji ber sûcekî din girtiye bi saya Pergala Deng û Dîtbar a Înformatîk (SEGBÎS)ê beşdarî rûniştina biryarê ya li Mehkemeya Cezaya Giran a 26emîn a Stenbolê bû. Di rûniştinê de parêzerên bersûc j amade bûn.
Bersûc Altan di rûniştinê de parastina xwe ya der barê esasê de kir û diyar kir ku wek nivîskar nivîs û gotinên xwe dê ew bi xwe hilbijêre û wiha axivî:
"Ji ber ku min ji bo zarokên Kurdan ên 13-14 salî yên ku li Taxa Sûrê (Diyarbekir) bi eskeran re pevçûn got 'zarok' hûn min didarizînin. Çi ye ez nikarim ji zarokan re bibêjim zarok. Hûn dibêjin ku 'Em ji wan re nabêjin zarok, tu jî dê nebêjî.' Min eleqedar nake ka hûn çi dibêjin, ezê nepirsîm jî ka hûnê çi bibjin. Ew zarok bûn, gelek ji wan jî mirin. Şûna ji bo ku min ji zarokan re got 'zarok' hûn min bidarizînin ji xwe bipirsin 'Li vê welatê çima zarok dimirin?'Ji zarokan re zarok gotin sûc nîne, sûce ku welatekî ku lê zarok dimirin derxînin holê. Ji ber ku ez li gel siyasiyên ji bo ku çend dengên zêde bistînin ji wir û vir de diçin cî nagirin hûnê min bidarizînin?"
Bersûc Altan bi bîr xist ku 10 roj beriya niha cezayê hepsê ya muebed a girankirî xwar û wiha axivî:
"Min wek şerîatparêz, derbeker ceza xwar, dîsa bi heman nivîsê hûn dixwazin ku bi terorîstiya Marksîst sûcdar bikin û nizanim çend sal cezayê bibirin. Bidin milên min zexm in. Hêj çend sal beriya niha îqtidara siyasî nameya Abdullah Ocalan li ber mirovan da xwendin. Ma wê demê qanûn tunebûn, dozger tunebûn? We qet doz venekir û we baş jî kir. Baş e lê çima niha ji ber ku min ji zarokên Kurdan re got 'zarok' hûn der heqê min de doz vedikin. Qanûn negiherî heman qanûn e.
Partiya di îqtidarê de dev ji dengên Kurdan berda û ket li pêy dengên neteweparêzan û polîkayeke ku şer û mirinê tercîh dike dişopîne. Partiyeke siyasî pozîsyona xwe guhert lê hûn çima pozîsyona xwe diguherînin? Hûn tiştê ku wê rojê li gor qanûnan sûc nedihat hilbijatin nikarin ku îro wek sûc qebûl bikin. Heke sûc qebûl dike nexwe dev ji darazbûnê berdaye û qebûl kiriye ku bibe teşkîlateke bajêr a partiyeke siyasî. Ezê ji zarokan re bibêjim zarok. Ezê her dem demokrasî û aştiyê bixwazim. Heke bedêla vê yekê hepis be ezê di hepsê de razêm."
- Cezayê wî nehat daxistin
Mehkemeyê ji ber tevger û helwestên neyinî yên bersûc ên dijî heyetê ya di rûniştina bi dîroka 4ê kanûna paşîn de û ji ber ku poşman nîne cezaya wî kêm nekir.
Bersûc Ahmet Altan bi tevahî 5 sal û 11 meh cezaya hepsê xwar.