Türkan Tosun
18 Adar 2019•Rojanekirin: 18 Adar 2019
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Christchurcha bajarê Zelandaya Nû çûn ziyareta kesên di êrîşa terorê ya li hemberî du mizgeftan da birîndar bûn.

Oktay û Çavuşoglu li nexweşxaneyê ji hêla rayedaran va hatin pêşwazîkirin, der barê birîndaran da agahî hildan.

Di nav birîndaran da sê welatiyên Tirkiyeyê jî hene.

Oktay û Çavuşoglu ewil sê welatiyên Tirkiyeyê ziyaret kirin, ji wan ra gotin derbasî be û paşê çûn ziyareta Misilmanên din ên ku birîndar bûne.

Oktay û Çavuşoglu silavên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gihandin birîndaran û peyama wî ya der barê birîndaran da ji wan ra gotin.