SILÊMANÎ
Serokê Parlementoya Iraqê Selîm el-Cubûrî destnîşan kir ku artêşa Iraqê di têkoşîna dijî DAEŞê de serkeftî nîne û wiha got: "Ji ber vê jî gelek koman dereqanûnî çek hildan. Niha saziyên fermî yên Iraqê bi van koman re ketiya belayê. Ji bo pêşroja Iraqê divê artêşeke mezin were avakirin û komên çekdar bên belavkirin."
Cubûrî di Forûma Silêmaniyê ya Navneteweyî ya 3yemîn de axivî.
Cubûrî destnîşan kir dewletên ku cînarê Iraqê ne di çareserkirina pirsgirêkan de him bandoreke erênî û him jî bandoereke neyînî dikin û wiha got: "Divê em eşkere bibêjin, Îran înîsîyatîf hildide û hewl dide ku pisrgirêkên Iraqê çareser bibin. Peyra dewletên ereban tên ku bêalî disekinin. Tirkiye jî carna dest davêje meseleyê û dixwaze çareser bike. Divê her kes li gor berjewendiyên gel tevbigere. Lê mixabin heta niha wiha nebûye."
Cubûrî diyar kir ku li Iraqê pirsgirêkên mezin hene û got ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hemû aliyên siyasî di nav diyalog û pêwendiyan de bin.
Cubûrî diyar kir piştî ku Iraq ji DAEŞê hat xilaskirin wê komên milîs bibin pirsgirêk û wiha axivî: " Ji xeynî artêşa Iraqê hin koman çek hildane û carna pirsgirêkan derdixin. Mixabin artêşa Iraqê di têkoşîna dijî DAEŞê de serkeftî nîne. Ji ber vê jî gelek koman dereqanûnî çek hildan. Niha saziyên fermî yên Iraqê bi van koman re ketiya belayê. Ji bo pêşeroja Iraqê divê artêşeke mezin were avakirin û komên çekdar bên belavkirin."
Cubûrî destnîşan kir ku DAEŞ têk here jî wê fikrên radîkal hebin û got ku divê piştî operasyonana li dijî fikrên radîkal têkoşîn were dayîn û wiha dewam kir: "Dibe ku di pêşrojê de li ser hin navên din cardin derkevin. Divê em baldar bin û alîkariya navneteweyî lazim e."
Serokê Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê Yusûf Mihemed Sadiq jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a Iraqê "tundî û tedayî" ye.
Sadiq destnîşan kir ku Îngilistanê ji bo referandûma serxwebûnê budçe daye Îskoçan û wiha got: "Îngilistanê ji bo referandûma serxwebûnê, ne ceza budçe da Îskoçan. Li ser pêşeroja Iraqê bandora faktorên derveyî û navxweyî hene. Li Iraqê kêmasî û valahiya siyasî û ewlehiyê heye. Ji ber vê jî hêzên radîkal li welêt derdikevin meydanê. Li Iraqê gendelî û binpêkirina mafan zehf e."