DONETSK / SLAVYANSK
Hat diyarkirin ku artêşa Ukraynayê li Slavyanska ku di bin kontrola hêzên çekdar ên ku nêzî Rûsyayê ne de ye operasyon da destpêkirin.
Hat destnîşankirin ku artêşa Ukraynayê di operasyonê de 20 firoke bikaranî û hêzên çekdar jî li dijî cihên kontrolê yên artêşê êrîş pêk anî.
Der barê operasyonê de daxuyaniya ewil a fermî ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî yê Ukraynayê Arsen Avakov ve hat dayîn. Avakov daxuyaniyê li ser hesabê xwe yê Facebookê da û diyar kir ku li herêmên Kramatorsk û Slavyanskê 9 cihên kontrolê bidestxistine.
Avakov di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku artêşê herêmê dorpêç kir û di pevçûnan de pîlotek mir û hin kes jî birîndar bûn.
Hêzên çekdar diyar kiribûn ku li derveyî bajêr firokeyekê daxistine û pîlotek miriye û yên dinê jî dîl girtine.
Avakov di daxuyaniya xwe de got ku li dijî leşkerên profesyonel şer dikin û bangî hêzên çekdar ên ku wek "terorîst" bi nav dike kir ku yên ku dîl girtine serbest berdin.