ŞAM
Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê(Mîrsad) ku navenda wê li Londrayê ye, diyar kir ku piştî pevçûnên bi destê yekîneyên çekdar û cepheya "Dewleta Îraq û Şamê" ku girêdayî El Qaîdê ye, balafirgeha leşkerî ya Mînîxê ya li Helebê ku di destê artêşa Suriyê de bû, bi dest xist.
Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyê(LCC), diyar kiribû ku cepheya "Dewleta Îraq û Şamê" bi wesayîta bombebarkirî êrîşî avahiya zabitan kiriye.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku mûxalifan li Lazkiyê ji herêma Cebel El-Ekradê gundên Obîn û Aramû bi dest xistin.
Balafirgeha leşkerî ya Mînîxê, bi mehan di bin dorpêça mûxalifan de bû.