Mehmet Nuri Uçar
18 Hezîran 2021•Rojanekirin: 19 Hezîran 2021
Artêşa Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser Xeta Xezeyê ya bin ebluqeyê da.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ragihand balafirên şer ên Îsraîlê li bajaroka Beyt Lahiyaya dikeve bakurê Xezeyê hedefekî bombebaran kir.
Der barê hedefa ku Îsraîlê lê xist da hê agahî nehatin bidestxistin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê hê tu daxuyanî nedan a ka di encama êrîşê da tiştek bi kesî hat yan na.