Muhammed Semiz
02 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2022
Hat ragihandin, balafirên şer ên Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser ciyekî eskerî yê Hemasê yê li Xezeyê.
Li gorî agahiyê, balafirên Îsraîlê pey hev êrîş birin ser ciyê eskerî yê Tuxayên Îzedîn el-Qesam ê bi navê El-Qadisiye yê li bajarê Xan Yûnisê yê li başûrê Xezeyê.
Şahidan diyar kirin, balafiran pey hev 10 caran êrîş birin ser ciyê navborî.
Ji Wezareta Tenduristiya Filistînê daxuyanî nehat dayîn ku di êrîşê da kuştî û birîndar hene an na.