Muhammet Kurşun
15 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2017
ÎSTANBUL
Balyozê Siûdiyê li Enqereyê Welîd Bin Ebdulkerîm El Hireycî, diyar kir ku di salvegera hewla derbeya têkçûyî ya 15ê Tîrmehê de welatê wî bi Tirkiyê re di nav hemahengiyê de ye.
Hireycî bi minasebeta 15ê Tîrmehê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku xelkê Tirkiyê li hemberî hemû êrişên ewlehî û îstiqrara wan hedef digirin li ber xwe dide û li cem rêveberên xwe cih digire. Hireycî pesnê xelkê Tirkiyê da ku di vê mijarê de hişyar û bihêz e.
Hireycî cih da van îfadeyan:
"Di tarîxa milletan de hin bûyerên heyatî yên ku dibin xalên şikestinê diqewimin. Hewla derbeya têkçûyî ya 15ê Tîrmehê li Tirkiyê qewimî jî yek ji van e."
Hireycî li ser guherîna sîstemê jî kir û got bûyerên li welat diqewimin xalên şikestinê ne û bal kişand ser wê yekê ku ji bo welat li hemberî êrişan li ber xwe bide û bihêz bibe divê cehda hevpar were dayîn.