ANKARA
Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî hat Ankarayê, ew ê bi berpirsyarên Tirkiyeyê re li hev bicive.
Barzanî wê îro li paytext Enqerê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û berpirsyarên din re hevdîtinan pêk bîne.
Wezîrê Karên Derve Davutoglu li Enqerê di Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Atatûrkê de duh polêsên ku di êrîşa ku li Balyozxaneya Tirk ya li paytexta Somaliyê Mogadîşûyê de birîndar bibûn ziyaret kir.
Piştî ziyaretê Davutoglu pirsên rojnamevanan bersivand. Li ser pirsa ziyareta Neçîrvan Barzanî, Davutoglu diyar kir ku Barzanî wê were li Enqerê û wê bi hev re fitarê bixwin. Barzanî wê bi Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne û wiha axivî: "Li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Îraqê û li Sûriyeyê bûyer pir zû diqewimin. Ji ber vê hewcedariya me heye ku em van hevdîtinan bi sîstematîk û zû bi zû pêk bînin. Neçîrvan Barzanî ji xwe çend meh ewil hatibû welatê me. Emê li ser bûyerên dawîn biaxivin, ew ji bo vê tê. Emê li ser bûyerên Îraqê û pêwendiyên me û Rêveberiya Herêma Kurdistana Îraqê biaxivin. Lewra ev mijar me hemûyan eleqedar dike."
Wezîr Davutoglu dest nîşan kir ku di polîtikaya Tirkiyeyê ya li herêmê de di navbera nijad, mezheb û olan de tu ferq nayê dîtin û wiha pê de çû: "Li Îraqê, Sûriyeyê, Lûbnanê û welatên din yên li Rojhilata Navîn em di navbera nijad, mezheb û olan de tu ferqê nabînin û em bi polîtîkayeke wiha tevdigerin."